29 welatiyên din li Kurdistanê canê xwe ji dest dan

566 berketiyên Koronayê baş bûne.
کوردستان TV
100%

Amarên taybet bi Koronayê yên 24 seatan hatin belavkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 886 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 358 kese.

Herwiha hate zanîn ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 566 kesên din jî baş bûne û 29 welatiyên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.