Li Rojava 48 kesên din bi Koronayê ketin

du welatî ku hevjînê hevin canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 48 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 2 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tendirostiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand, 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Ew jin û mêrek ji Til Temirê ne.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand jî, 48 kesên din jî bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Haletên hatine tomarkirin: 22 kes li Reqayê, 14 kes li Kobaniyê, 6 kes li Minbicê, 2 kes li Tebqa, 2 kes li Qamişlo, 2 kes Dirbêsiyê.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 3 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 2046 kesan, ji wan 516 kes baş bûne û 73 kesan jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.