Serok Barzanî cejna cemaya Êzidiyan pîroz dike

piştîvaniya mafên Êzidiyan dike.
کوردستان TV
100%

Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Cemaya Êzidî peyamek belav kir.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta hatina cejna Cemayê Êzdiyan pîrozbahiyê li Mîrê Êzdiyan û Encûmena Ruhanî ya Ola Êzdî û hemû xûşk û birayên Êzdiyên Kurdistan û hemû cîhanê dikim.

Her bi vê helkeftê de pêgirbûna xwe ya bi bingehên pêkvejiyana olî û neteweyî ya li Kurdistanê dûbare dikin û careke din piştevaniya xwe jî ji bo daxwaz û mafên rewayên xûşk û birayên me yên Êzdî radigihînim. Hêvîdarim ku xûşk û birayên me yên Êzdî hemû cejn û xweşiyên xwe li rewşeke aram û pir bi bexteweriyê de birêvebibin û dawî bi wan êş û azarên wan bê ku li çend salên derbasbûyî de ji ber zulma terorîstan dîtine.

Cejna we pîroz û bimînin bi xêr û xweşiyê da

Mesûd Barzanî

06.10.2020

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.