Hêvî dike cejn bibe sedema xêr û xweşiyê.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta cejna Cemayî ya Êzidiyan peyameke pîrozbayî pêşkêş kir û nivîsandiye; Bi minassebeta cejna Cemayî gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Mîr, civata Rûhanî û tevahiya xuşik û birayên Êzidî dikim û hêvî dikim cejn bibe sedema xêr û xweşiyê.
Îsal jiber koça dawî ya babe Şêx û herewiha belav bûna Koronayê cejn di rewşeke dijwar de tê pîrozkirin, hêvî dikim dawî bi wan nexweşiyan û astengiyan were û hikûmeta Kurdistanê jî bikaribe xizmeteke zêdetir pêşkêşî xuşik û birayên Êzidî bike û herwiha rewşa Şingalê jî were normalkirin daku xuşik û birayên Êzidî bi serfirazî vegerin ser malên xwe.
N: E: G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin