Serokwezîr li gel şandeke Amerîkî civiya

di meha pêşiya me de konferanseke bazirganî tê lidarxistin.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Kurdistanê Amerîkayê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Îraqê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsandiye;

Îro sêşem 6/10/2020 me pêşwaziya Cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Îraqê David Copley kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller jî têde beşdar bû, behsa rewşa siyasî ya Îraq, deverê û berfiretir kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê hate kirin.

Cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Îraqê amade bûna Amerîkayê y abo berfiretir kirina têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê bazirganî û handana kompaniyên Amerîkî bo ku li Kurdistanê kar bikin diyar kir û biryare meha pêşiya me konferanseke bazirganî bo wê mebestê jî were organîzekirin.

David Copley herwiha anî ziman ku derfetên gelek zêde bo hêlbirênerên Amerîkî li herêma Kurdistanê û Îraqê de hene.

Di berdewamiya civînê de me tekez li ser wê yekê kir ku yek ji karên herî lipêş yên kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê, pir cur û fire têşe kirina abûrî û girîngî dana zêdetire bi kerta çandiniyê û parastina berhemên navxweyî û pêşkêş kirina sanakariye bo hêlbirênerên biyanî û navxweyî.

Di beşeke din ya civînê de behsa kêşeyên navbera herêm û hikûmeta federalî hate kirin û me tekez li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî kirk u faktereke girînge bo aramiya rewşa Îraq û deverê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.