Artêşa Tirkiyeyê du gund bi tundî bordiman kir

zirarên mezin yên madî ber deverê ketine.
کوردستان TV
100%

Ew her du gund li herêma Biradostin.

Li gor zaniyariyên berdest, îro di seat 3ê berbanga sibê de, kopter û balefirên şer yên artêşa Tirkiyeyê her du gundên Sîran û Xelîfan yên li herêma Biradostê bordiman kirine.

Her çend ti zirarên canî yên bordimanê nebûne, lê zirarên madî ber bax, rez û bistanên wan gund û derdorê gehêştine.

Herwiha bordiman bûye sedema çê bûna tirs û fikaran li cem şêniyên deverê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.