Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku kesekî din bi koronayê jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesê ku bi koronayê miriye mêr e û li kampa Holê dimîne. Her wiha da zanîn ku 48 kesên din bi koronayê ketin ji wan 29 mêr in û 19 jî jin in.
Her wiha Mistefa eşkere kir ku 10 kes jî ji koronayê baş bûne.
Bi vî awayî hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihîşt hezar û 839 kesan, ji wan 69 kesan jiyana xwe ji dest daye û 486 jî baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin