Teqîn di nava enbara cebelxaneyê de çê bûye.
Li gor zaniyariyên berdest, îro danê sibê di nava enbareke çek û cebelxaneya Fermandariya giştî ya hêzên yekeya 70 ya ser bi NYK teqîneke mezin çê bûye.
Hate zanîn ku teqîn ti zirarên canî li pey nebûye lê ew teqîn bûye sedema agir berbûnê li derdorê cîhê teqînê.
Ew enbara ku teqîn têde çê bûye di navbera navçeya Taslûce û Silêmanî deye û tê de hêzên ser bi yekeya 70 ku ser bi NYKê ne dimînin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin