Li Qerebaxê bi dehan cîhadiyên din yên Tirkiyeyê hatin kuştin

36 cîhadî di nva du rojan de hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê Tirkiyeyê ve li Sûriyeyê bo Azerbaycanê hatine şandin.

 Di şerê Azerbeycan û Ermenistanê de bi dehan çîhadiyên din yên Şûrî yên ku Tirkiyê ew şandine şerê Ermenistanê, hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand, di 48 demjimêrên borî de, 36 cîhadiyên Sûrî yên ku Tirkiyê ew şandine eniya şer, hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Wê saziya sivîl da zanîn, bi giştî heta niha 64 cîhadiyên Sûrî li Qerebaxê hatine kuştin.

Tirkiye ku di şerê Qerebaxê de piştevaniya Azerbeycanê dike, hejmarek ji cîhadiyên Sûriyê tevlî wî şerî kirin. Li gor zanayriyên Rewangehê, heta niha Tikriyê 1200 çekdarên Sûrî şandine şerê Qerebaxê.

Bi destkarî ve ji basnewsê hatiye wergirtin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.