Tenê li bajarê Îlamê 3 hezar karmend bi Koronayê ketine.
Cîgirê berêveberê zanîngeha pizşkî ya Îlamê ya li Rojhilatê Kurdistanê Cemîl Sadiqîfer ragihandiye ku tenê li bajarê Îlamê zêdetir ji 3 hezar karmendên hikûmetê bi Koronayê ketine.
Nav hatî eşkere kiriye ku hezar û 167 kes ji wan karmendên tendirostî ne û hezar û 837 kesên din jî karmendên bank û fermangehên din yên li Îlamê ne.
Ew berpirs diyar kiriye ku ew hijmara han ya zêde, nîşaneya wê yekê ye ku xelk pêbendî şîretên tendirostî nabe û mimkune hijmar gelek ji wê hijmara ku hatiye eşkerekirin zêdetir be.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin