Fûad Husên: Girtina balyozxaneyê zirarê dide Îraqê

gotiye girtina balyozxaneyê zirarê dide Îraqiyan.
کوردستان TV
100%

Wezîrên derve yên Amerîka û Îraqê bi rêye telefûnê behsa çend mijaran kiriye.

Îro wezareta derve ya Îraqê derbarê naveroka peywendiya telefûnî ya şeva derbasbûyî ya di navbera wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên û wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya han Husên û Pempeo di peywendiya han ya telefûnî de behsa çend mijaran bi taybetî têkiliyên navbera Amerîka û Îraqê, rewşa giştî ya Îraqê û mijara girtina balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê kirine.

Wezîrê derve yê Îraqê daxwaz ji Pempeo kiriye daku Amerîka ji biryara xwe poşman bibe û gotiye: Girtina balyozxaneyê zirarê dide Îraqê.

Husên herwiha eşkere kiriye ku wê hikûmeta Îraqê ewlekariya balyozxane û tîmên dîplomatîkî yên li Îraqê biparêze.

Weke tê zanîn beriya niha Amerîka jiber êrîşên ser tîmên dîplomatîkî, hêzên hevpeymanan û nuneratiyên welatên biyanî huşdarî dabû Îraqê û gotibû an êrîşan bisekinîne anjî emê balyozxaneya xwe li bexdayê bigirin.

N: E: G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.