Şerê Qerebaxê bandor li ser Îranê jî kiriye

gule haven li gundên Îranê jî ketine erdê.
کوردستان TV
100%

Hin rayedarên Îranî piştîvaniya xwe bo Azerbaycanê diyar kirine.

Şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê yaku li herêma Qerebaxê didome, her ku diçe berfiretir û aloztir dibe.

Ew şerê han bandor li ser Îranê jî kiriye.

Beriya niha hijmarek rayedarên Îranê weke Fermandarê hêzên zirêvanên şoreşê û Serokê komîsyona ewlekariya nîştimanî ya Îraqê piştîvaniya welatê xwe bo Azerbaycanê diyar kiribûn.

Herwiha li çar parêzgehên Îranê ku şêniyên wan Azerîne, xwepîşandan hatine kirin û daxwaza çûna ciwanên Azerî bo Azerbaycanê dikin.

Di wan xwepîşandanan de herî kêm 40 kes ji aliyê polîs ve hatine girtin.

Ji aliyeke din ve hate eşkere kirine ku di rojên derbasbûyî de jiber şerê han zêdetir ji 40 gule haven di nava axa Îranê de li nêzî gundên sînorî ketine.

N: E: G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.