Sedir dîsa huşdarî da hikûmeta Îraqê

dibêje bila hilbijartin were kirin.
کوردستان TV
100%

Bi minasebeta salvegera xwepîşandanên Îraqê peyamek belav kiriye.

Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir bi minasebeta salvegera xwepîşandanên Îraqê peyamek pêşkêş kiriye.

Sedir di peyama xwe de huşdarî daye hikûmeta Îraqê û gotiye: Rixmî derbasbûna salek bi ser xwepîşandanên Îraqê re, lê heta niha hikûmeta Îraqê bo cîhbicîh kirina daxwazên xwepîşanderan ti gavek neavêtiye.

Sedir di berdewamiya peyama xwe de daxwaz kiriye daku li Îraqê bi organîzatoriya Netewên Yekgirtî hilbijartinên pêşwext werinkirin.

Nav hatî herwiha daxwaz kiriye daku şereke gelek dijwar li dijî gendelî û gendelkaran were kirin û xizmetgozarî jî pêşkêşî Îraqiyan werin kirin.

Sedir di dawiya peyama xwe de daxwaza lêpirsînê ji wan kiriye ku ji sala 2019an ve heta niha êrîşî ser xwepîşanderan kirine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.