Pentagonê : Moşekên êrîşa ser Hewlêrê ji yên Bexdayê cuda ne

duhê bi 6 mûşekan êrîşî Hewlêrê hatibû kirin.
کوردستان TV
100%

Rayedarekî ji Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) li ser êrîşa şeva borî ya moşekî bi ser Hewlêrê de radigîhine ku moşekên di êrîşa ser Hewlêrê de hatine bikaranîn ji yên êrîşên beriya niha cuda ne.

Rayedarê Pentagonê ku navê xwe eşkere nekiriye ji CNNê re ragihandiye, her sê moşekên li eraziya vala ya nêzîkî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ketine ti ziyaneke canî û madî çênekirine.

Rayedar dibêje, moşekên ku li Hewlêrê ketine ji yên êrîşên beriya niha ku bi ser balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê de dihatin kirin cuda ne.

Rayedarê Pentagonê, ew êrîş wekî hewldana derxistina kêşeyan bi nav kiriye û gotiye, ev êrîş ji yên berê berfirehtir bûye.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin

N: E: G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.