Heşda şebî amadekariya êrîşê dike

dixwazên balyozxaneya Amerîkayê dagîr bikin.
کوردستان TV
100%

Dixwaze êrîşî ser navçeya kesik li Bexdayê bike.

Jêderekî hayedar ji îstîxbarata Îraqê ji kanala Hure re gotiye ku hijmareke zêde ji endam û alîgirên heşda şebî û komên din yên ser bi Îranê ve xwe amade kirine daku êrîşî ser navçeya kesik ya li Bexdayê bike.

Jêderkê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike diyar kiriye ku îstîxbarata Amerîkayê jî hayedarê wê mijariye û li gor zaniyariyên îstîxbaratî, heşda şehî û komên din yên ser bi Îranê ve xwe amade kirine daku di salvegera xwepîşandanên li Îraqê de êrîşî ser navçeya kesik ya li Bexdayê de bikin û balyozxaneya Amerîkayê jî dagîr bikin.

Weke tê zanîn beriya niha jî Amerîka bi tundî li ser wê mijarê huşdarî dabû rayedarên Îraqê û gotibû eger êrîş neyên rawestandin wê demê balyozxaneya xwe ya li Bexdayê dadixe.

N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.