Serokwezîr li gel Fayêq Zêdan civiya

dibêjin lazime desthilata dadwerî rola xwe bilîze.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên dadweriyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê civata bilind ya dadweriya Îraqê Fayêq Zêdan kir û piştî bi dawî hatina civînê, Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro sêşem 29ê Îlona 2020an me pêşwaziya Serokê civata bilind ya dadweriya Îraqê Fayêq Zêdan kir.

Di civînê de giftûgo derbarê girîngiya bihêztir kirina rola bêalî ya pergala dadwerî li Îraqê û hemahengî li gel desthilata dadweriya herêma Kurdistanê hate kirin.

Serokê civata bilind ya dadweriya Îraqê diyar kir ku pêwîste dezgehên hikûmeta federalî rêz ji taybetmendiya herêma Kurdistanê di tevahiya waran de bigirin  bi taybetî di warê dadweriyê de û got: Lazime destûra Îraqê bo çareser kirina kêşeyan bingeha sereke be.

Di berdewamiya civînê de me behsa têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî kir û balkêşande ser wê yekê ku lazime desthilata dadwerî li Îraqê, bi awayeke bêalî rol û bandora xwe ya girîng bilîze bi taybetî bo çareser kirina kêşeyan û pêşî girtin ji binpê kirina destûrê û herwiha lazime weke pêgeheke federalî û destûrî nizîkatî li hember herêma Kurdistanê were kirin.

N: E.G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.