Balefirên Tirkiyeyê bi tundî çiyayê Metînan bordiman kirin

bordiman bûye sedema çê bûna fikaran li cem şêniyên deverê.
کوردستان TV
100%

Îro danê sibê çiya hate bordiman kirin.

Li gor zaniyariyên berdest, îro danê sibê balefirên artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya êrîşên xwe de yên bo ser gerîlayên pkkê de careke din çiyayê Metînan û derdorê gundên herêmê bordiman kirine.

Li gor zaniyariyan, îro balefir çiyayê metînan, derdorê gundê Guheriz û Belave ya ser bi Dêrelokê li Amêdiyê bi tundî bordiman kirine.

Her çend ti zirarên canî yên bordimanê nebûne lêbelê şêniyên wan deveran ji rewşa heyî nerazîne û dibêjin bordiman û êrîşên han zirarên gelek mezin dane wan û jiyan li wan zehmet kirine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.