Li Îranê 190 kesên din bi Koronayê mirin

nêzî 26 hezar kesan canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Li Îranê 190 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 3 hezar û500 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tendirostiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 3 hezar û 512 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 449 hezar û 960 kesan.

Wezareta tendirostiya Îranê da zanîn jî, ji duhî de 190 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 25 hezar û 779 kesan.

Li Îranê hejmara nexweşên Koronayê yên ku baş bûne jî gihîştiye 376 hezar û 531 kesan.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.