Amerîka: Pilanek dijî balyozxaneya me hatiye amadekirin

dixwazên karmendên balyozxaneyê bidîl bigirin.
کوردستان TV
100%

Amerîka dibêje dixwazên êrîşî ser balyozxaneya me bikin.

Kanala Erebiye li ser zarê rayedarên Amerîkî belav kir ku hin alî bi taybetî komên çekdar yên ser bi Îranê li Bexdayê pilanek dijî balyozxaneya Amerîkayê amade kirine.

Erebiye eşkere kiriye ku rayedarên Amerîkî gotine; Hin alî dixwazên êrîşî ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bikin û karmendên balyozxaneyê jî bidîl bigirin.

Heta niha hikûmeta Îraqê li ser wê mijarê ti daxuyanî nedaye.

Beriya niha jî wezîrê derve yê Amerîkayê huşdarî dabû rayedarên Îraqê ku lazime ewlekariya balyozxane û dîplomatên Amerîkî biparêze beruvajî Amerîka balyozxaneya xwe dadixe.

Herwiha îro jî SKY news belav kir ku balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê ji Bexda derçûye û çûye Hewlêrê.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.