Dîsa êrîşî ser hêzên hevpeymanan hate kirin

zirarên canî yên êrîşê nebûne.
کوردستان TV
100%

Li Zîqarê bombeyeke vedayî bi karwaneke hêzên hevpeymaniya cîhanî re teqiya.

Li gor çapemeniya Îraqê duhê li Parêzgeha Zîqarê dîsa êrîşî ser karwaneke hêzên hevpeymaniya cîhanî hatiye kirin.

Li gor zaniyariyan, li ser cadeya serekî ya Zîqarê bombeyeke vedayî bi karwaneke tirimbîlên hevpeymanan re teqiyaye û di encama teqînê de zirarên mezin bi tirimbîleke hevpeymanan gehêştine.

Êrîş ti zirareke canî li pey nebûye.

Weke tê zanîn ew çend mehe li Îraqê êrîşên ser karwanên hêzên hevpeymanan zêde bûne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.