Wezîrê Derve yê Sûriyê: Tirkiye sponsorê serekî yê terorê ye

dibêje bi her awayî hevkariya terorîstan dike.
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Sûriyê radigihîne, Tirkiye xwe bi zorê wek sponserekî terorê yê serekî li Sûriyê ferz dike û tawanên şer li dijî sivîlan dike.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim di gotareke vîdyoyî de ji bo civîna civata giştî ya Netewên Yekgirtî ragihand, Tirkiye yek ji sponserên terorê li Sûriyê ye û ava vexwarinê li ser gelê Sûriyê li Hesekê qut kiriye, ev jî tawaneke şer e.

Muelim got: Tirkiyê rê daye bi hezaran terorîst derbasî Sûriyê bibin û piştevaniya temam dide Eniya Nusrayê û rêxistinên din ên terorîstî û siyaseta tirkkirinê li ser xaka Sûriyê dimeşîne.

Wezîrê derve yê Sûriyê amaje bi wê da, Tirkiye pabendî derencam û têgihîştinên Astanayê yên derbarê Idlibê nebûye û divê sînorek ji siyasetên wê re were danîn.

Wezîrê derve yê Sûriyê her wiha ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî bi awayekî ne rewa derbasî Sûriyê bûye û petrol û samanên gelê Sûriyê talan dike û li rêbendên artêşa Sûriyê jî dide.

Herwiha Muelim got jî: Ez kiriyarên HSDê yên cudaxwaz şermezar dikim ku komployê li ser yekîtiya Sûriyê dike û samanên gelê Sûriyê didize. Herwiha hejmarek ji sivîlên li dijî pêngavên wê ne li bakurê rojhilatê Sûriyê binçav kirine û hejmarek ji kesayetiyên herêmê kuştine. Ez ji wan re dibêjim, ligel welatên xwe bin û ji waneyên dîrokê fêr bibin, berî ku dem derbas bibe.

Muelim li ser dorpêçên Amerîka jî got, yasaya Sîzer ji bo dorpêçkirin û sizadana gelê Sûriyê ye û got: “Divê nave wê (Yasaya xeniqandina sivîlên Sûriyê) be.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê piştevaniya welatê xwe ji helwesta Îranê re di rûbirûbûna siyaseta Amerîka de tekez kir û diyar kir, Ameîrka bi hilweşandina rêkeftina etomî, aramiyê li navçeyê têk dide.

Ji basnewsê hatiye wergirtin,

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.