Operasiyonên dijî HDPê berfiretir dibin

li dijî 7 Parlementeran jî doz hatiye vekirin.
کوردستان TV
100%

Operasiyonên hikûmeta Tirkiyeyê dijî HDPê zêdetir bûne û berdewamin.

Duhê danê sibê li çend bajarên Tirkiyeyê weke Enqere, Îstenbûl û herwiha çend bajarên Bakûrê Kurdistanê weke Amed û Qersê operasiyoneke berfire li dijî rayedar, berpirs û endamên HDPê hate lidarxistin.

Di encama operasiyonê de herî kêm 82, rayedar, berpirs, Serokşarewanî û parlementerên berê yên HDPê hatin girtin.

Ji aliyeke din ve hatiye zanîn ku bo binçav kirina 7 parlementerên din yên HDPê, Dozgeriya giştî ya Tirkiyeyê dosyeyek bo Serokatiya parlementoyê şandiye û daxwaza hilweşandina parêzbendiya 7 parlementerên HDPê kiriye.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.