Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulusê giştî yê Almanya kir

Almanya û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Berî nîvroya îro pênçşem 24/09/2020 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê Klemens Semtner kir.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, rûbirûbûna pejika virusa Korona, şerê dijî terorê û erkê hêzên Almanî li Herêma Kurdistanê li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DIŞIê nirxandin û di derbarê hilbijartinên pêşwext ya nû ya Iraqê û hengavên dawî yên giftûgoya Hewlêr – Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan de, danustandina bîr û ramanan kirin.

Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgîrî û hevkariyên Almanya yên li warê serbazî û mirovî da dûpat kir û balkişand li ser girîngî û bandora wan hevkariyên li rojên dijwarê şerê DIŞIê da kirin.

 Herwiha tîşk xiste li ser hevkariyên miroviyên ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û pêşwazîkirina hejmareke zêdeyê rizgarbûyên Êzdî yên ji destê DIŞIê yên ji bo wergirtina çareseriyê li Almanya, heman demê de di derbarê rewşa Iraqê jî çareserkirina kêşeyên navxweyî bi klîla aramiya Iraqê da zanîn.

Ji aliyê xwe ve birêz Konsolê Giştî yê Almanya ji bilî dûpatkirina piştgîrî û hevkariya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê, pesnê hêzên Pêşmerge û rola Herêma Kurdistanê li şikandina DIŞIê û hewandina xelkê koçberên ji pêkhatên Iraqê û penaberên Sûriyê kir û daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê nîşan da.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.