Brîtanya Penaberan der dike

Penaberên ku daxwazên wan hatine redkirin tên vegerandin.
کوردستان TV
100%

Ew penaberên ku mafê wan yê nîştecîh bûnê tuneye tên derkirin.

Hikûmeta Brîtanyayê belav kiriye ku amadekarî dike bo der kirina wan Penaberên biyanî yên ku li Brîtanyayê ne lê mafê wan yê nîştecîhbûnê li Brîtanyayê tuneye.

Li gor amarên hikûmeta Brîtanyayê bi tendê di nava du mehên derbasbûyî de zêdetir ji hezar û 500 Penaber gehêştine Brîtanyayê û niha hikûmet hewl bo wê yekê dide daku Penaberên ku daxwaza mafên nîştecîhbûnê kirine lê daxwaza wan hatiye redkirin vegerîne welatê xwe.

Ew biryara hikûmeta Brîtanyayê bûye cîhê dilgiranî û nerazîbûna saziyên parastina mafên mirovan û saziyên berevanî kirin ji Penaberan.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.