Artêşa Îraqê û heşda şebî hevkariya Erebên hawirde dikin

metirsiya dagîr kirinê li ser 40 gundên Kurdan heye.
کوردستان TV
100%

Hevkariya wan dikin daku mal û milkên Kurdan dagîr bikin.

Berpirsê şaxê 23an ya partiya demokrata Kurdistanê li Qereçoxê Kirmanc Ebdulah ragihand ku hewldanên Ereban bo dagîr kirin û biereb kirina gund  û mal û milkên Kurdan li deverê de berdewame û niha metirsiya bi ereb kirin û dagîrkirinê li ser 40 gundên devera Sergeranê heye.

Kirmanc Ebdulah herwiha eşkere kir ku artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî hevkariya erebên hawirde dikin daku gund û mal û milkên welatiyên Kurd li deverê dagîr bikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.