Hijmara herî zêde ya berketiyan li Kurdistanê hate tomar kirin

ew yekem care li Kurdistanê ewqas kes bi Koronayê bikevin.
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî amarên 24 seatên derbasbûyî belav kir.

Îro wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî îro li seraserê Kurdistanê bi giştî 955 kes bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ye ku li Kurdistanê de hatiye tomarkirin.

Herwiha hate zanîn ku hijmara herî zêde ya berketiyan di nava 24 seatên derbasbûyî de 370 li Dihukê û 240 li Hewlêrê hatiye tomarkirin.

Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman 24 seatan de 19 kes jî canê xwe ji dest dane ku hijmara herî zêde li Dihukê 9 û li Silêmanî jî 5 kese hatiye tomarkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.