Biden û Trump bihev re dibeytî li ser çend mijaran dikin

29ê Îlonê li Fox Tvê rûbirûyê hev dibin.
کوردستان TV
100%

Berbijarê Partîya Komarî Donald Trump û berbijarê Partiya Demokrat dê di 29’ê Îlonê de li Cleveland ya eyaleta Ohio, di weşana zindî de rûbirû biaxifin.

Pêşkeşvana Fox TV Chris Wallace, ku dê moderatora nîqaşa Trump û Biden be, ser mijarên nîqaşê daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Chris Wallace da zanîn ku mijarên sereke yên nîqaşa her du berbijaran dê Dadgeha Qanûna Bingehîn, vîrusa korona, aborî, tundûtûjîyên li bajaran, nijadperestî û ewlebûna hilbijartinan bin.

Her mijarek dê 15 deqîqeyan were axaftin û dema weşana zindî jî bê reklam dê 90 deqîqe be.

Trump û Biden dê di 15’ê Cotmehê de li Miami ya Florida û dûrê di 22’yê Cotmehê de jî li Nashville ya Tennessee rûbirû biaxifin.

Berbijarên cîgirîyê yên Trump û Biden, Mike Pence yê Komarî û Kamala Harris ya Demokrat jî dê di 7’ê Cotmehê de li Utahê rûbirû bipeyîvin.

Ji voayê hatiye wergirtin

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.