Macron: Bila Tirkiye rêz ji zagonên navnetewî bigire

dibêje eger Tirkiye rêz ji zagonên navnetewî û serweriya Ewrûpayê bigire ewê amade bin diyalogê li gel Tirkiyeyê bikin.
کوردستان TV
100%

Serokê Franseyê dibêje lazime Tirkiye rêz ji serweriya Ewrûpayê re bigire.

Serokê Franseyê Emmanuel Macron di dema pêşkêş kirina gotarekê de di civîna civata giştî ya Netewên Yekgirtî de, balkêşande ser aloziyên heyî yên li Rojhilatê berha Spî.

Macron di gotara xwe de anî ziman ku jiber binpê kirina zagonên navnetewî ji aliyê Tirkiyeyê ve, rewşa Rojhilata behra Spî aloze û lazime aliyên têkildar hewl bo wê yekê bidin daku bi diyalogê kêşeyên heyî çareser bikin.

Macron diyar kir ku ew li hêviyê ne daku Tirkiye rêz ji zagonên navnetewî û herwiha serweriya Ewrûpayê bigire û dawî bi hewldanên xwe yên derqanûnî bîne.

Nav hatî tekez li ser wê yekê kir ku eger Tirkiye rêz ji zagonên navetewî û serweriya Ewrûpayê bigire wê demê ewê amade bin ku li gel Tirkiyeyê dest bi diyalogê bikin.

Weke tê zanîn duhê jî civîneke sê aliyê di navbera Serokê Konseya Ewrûpayê, Almanya û Tirkiyeyê çi bibû û Serokê Tirkiyeyê amadebûna welatê xwe bo destpê kirina diyalogê diyar kiribû.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.