Berpirsekî DIŞIê li Mexmûrê hate girtin

li Mexmûrê hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Ew terorîstê han berpirsê tîmên veşartî yê DIŞIê bûye.

Artêşa Îraqê belav kir ku di operasiyonekê de yaku li Mexmûrê lidar xistiye berpirsekî tîmên veşartî yên DIŞIê girtiye.

Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê ew operasiyon ji aliyê hêzên îstîxbarata leşkerî ve hatiye lidarxistin û di encam de berpirsê tîmên veşartî yên DIŞIê yên li deverê hatiye girtin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di çarçoveya operasiyonê de korekî ew berpirsê han yê DIŞIê hatiye kuştin û birayekî wî jî bi tawana endam bûn di nava DIŞIê de bi 25 sal cezaya girtîgehê hatiye mehkûmkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.