Mesrûr Barzanî û James Jeffrey civiyan

serokwezîr li hember dom kirina prosesa bi ereb kirina deverên Kurdistanî dilgirane.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraq û Sûriyeyê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya nûnerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriye û hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê James Jeffrey û şandeke pê re kir.

Di civînê de her du alî giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên heyî yên li Îraq û Sûriyeyê û girîngiya hevkarî kirina hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bo rûbirû bûna metirsiyên DIŞIê kirin.

Her di heman civînê de James Jeffrey rol û helwestên Serok Barzanî û hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo lihev nêz kirina aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bilind nirxand û tekez li ser piştîvaniya Amerîkayê ya bo herêma Kurdistanê kir û got: Herêma Kurdistanê jiber pir rengî û dostatiya xwe ya li gel Amerîka û welatên Rojavayî, li Rojhilata Navîn de bûye xudan pêgeheke gelek girîng û steratejîkî.

Di berdewamiya civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî hevdem li gel pêşkêş kirina spasiyên xwe bo Amerîkayê jiber piştîvaniya ku li Kurdistanê dike, balkêşande ser rewşa niha ya Îraq û deverê û têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û diyar kir ku prosesa diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ya bo gehêştin bi çareseriyeke hertimî bo kêşeyên heyî li ser esasê destûra bingehîn didome.

Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser girîngiya hebûna hemahengiya ewlekarî ya di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê kir û dilgiraniya xwe jî ya li hember dom kirina prosesa bi ereb kirina deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê diyar kir.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.