Serok Barzanî û Jeffrey civiyan

behsa girîngiya hemahengiya navbera Kurd û Amerîkayê kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa deverê bi giştî kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya nûnerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyeyê James Jeffrey kir.

Di civînê de giftûgo li ser rewş û pêşhatên dawî yên deverê hate kirin û Jeffrey bi awayekî kurt behsa armanc û dîtinên Amerîkayê yên derbarê diyaloga steratejîk ya li gel Îraqê kir û balkêşande ser çend pirs û kêşeyên heyî yên li deverê de.

Di berdewamiya civînê de behsa pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê hate kirin û diyaloga navbera aliyên Kurdî yaku bo yekîtî û yekdengiya Kurd li Sûriyeyê tê meşandin hate nirxandin.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî û Jeffrey behsa berdewam bûna metirsiya DIŞIê û girîngiya berdewamiya hevpeymaniya navbera Kurd û Amerîkayê kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.