Serokwezîr li gel Balyozê Îspanyayê dicive

Îspanya û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%


Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Îspanyayê kirin.

Îro sêşem Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Îspanyayê yê li Îraqê Juan José Escobar kir.

Di civînê de Serokwezîr û balyozê Îspanyayê behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Îspanyayê kirin û balyozê Îspanyayê Juan José Escobar amade bûna welatê xwe ya bo handana kompaniyên Îspanî bo kar kirin li Kurdistanê û berfiretir kirina têkiliyên welatê xwe li gel Kurdistanê de diyar kir.

Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî jî diyar kir ku kabîneya 9an girîngiyeke gelek zêde bi pir reng kirina abûriya Kurdistanê û pêşde birina kerta çandiniyê dide û asankariyên pêwîst pêşkêşî Hêlbirênerên biyanî û navxweyî dike.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.