Duhê bi şev li sînorê Newsûdê êrîşî ser wan hatiye kirin.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê bi şev hêzên çekdar yên rejîma Îranê li sînorê Newsûdê ya li Hewramanê li Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.
Di encama êrîşa han de herî kêm 4 kolber birîndar bûne. Hate zanîn ku Kolberên birîndar bûyî şêniyên bajarê Selasê Bawecanî ne.
Kolberên birîndar bo derman kirinê bo nexweşxaneya bajarê Pawe hatine veguhastin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin