Balyozê Îspanyayê yê li Îraqê Serokatiya şanda mêwan dike.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Îspanî ya bi Serokatiya balyozê Îspanyayê yê li Bexdayê Juan José Escobar kir.
Di civînê de Serokê herêmê û şanda Îspanî behsa berfiretir kirina têkiliyên Kurdistan û Îraqê li gel Îspanyayê bi taybetî di warê abûrî û bazirganî dekir û Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku Kurdistan amadeye her cure hevkarî û karasaniyek pêşkêşî karsaz û kompaniyên Îspanî yên ku dixwazin li Kurdistanê de kar bikin pêşkêş bike.
Di berdewamiya civînê de behsa rewşa giştî ya deverê, prosesa siyasiya Îraqê, têkiliyên navbera Kurdistan û Îraqê û hewldanên çareserkirina kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de hate kirin.
Herwiha giftûgo li ser rûbirû bûna Korona, metirsiyên terorê û çend mijarên din yên hevbeş hate kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin