Komîteya bilind ya tendirostiya Îraqê biryarek der kir.
Li gor çapemeniya Îraqî, komîteya bilind ya tendirostî û selametiyê, biryar daye daku, hatina welatiyên biyanî bo Îraqê qedexe bike.
Komîteya tendirostiyê eşkere kiriye ku jiber belav bûna Koronayê rê bi hatin û serdana welatiyên ti welateke din bo Îraqê nayê dayîn.
Komîteyê eşkere kiriye ku mizgeft jî bi liber çav girtina şîret û rêkarên tendirostî dikarin bo nimêj kirinê werin vekirin.
Beriya niha hikûmeta Îraqê jî diyar kiribû ku rê nade ziyaretkarên Îranî bo merasîmên Erbeyînê serdana Îraqê bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin