Li Rojhilatê 4 keçên Kurd hatin girtin

bi hinceta hevkarî kirina partiyeke Kurdî hatine girtin
کوردستان TV
100%

Hêzên rejîma Îranê li gundekî ser bi Paweyê 4 keçên Kurd binçav kirin.

Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê roja çarşema hefteya derbasbûyî, hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li gundê Banewir ya ser bi qezaya Bayingan ya ser bi bajarê Paweyê ve, operasiyonek lidar xistine.

Di operasiyonê de 4 keçên Kurd yên şêniyên gundê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi hinceta ku hevkariya partiyeke Kurdî ya dijî rejîma Îranê kirine, binçav kirine.

Navê kesên binçav kirî ewin; Behar Ehmedî, Nergêz Mihemedî, Îlham Muradî û Nigîn Weyisî.

Hate zanîn kesên girtî heta niha ti têkiliyek li gel malbetên xwe ne danîne û çarenivîsa wan jî nediyare.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.