Wezaret dibêje di nava 4 hefteyan de 507 welatî canê xwe ji dest dane.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 4 hefteyên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostiyê di nava 4 hefteyên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 16 hezar û 207 welatî bi Koronayê ketine.
Herwiha di nava heman demê de bi giştî 11 hezar û 613 kes jî baş bûne û 507 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezaretê diyar kiriye ku amarên herî zêde di nava wan 4 hefteyan de li Dihukê hatine tomarkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin