Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 113 kesên din bi COVID-19 ketine

4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên ku bi vîrusê ketibûn jiyana xwe ji dest da. Her wiha anî ziman ku 113 kesên din jî bi koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane mêr û jinek ji Amûdê û du mêrên ji Hesekê û Qamişlo ne.

Ciwan Mistefa da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 113 kes bi vîrusê ketine, ji wan 65 mêr in û 48 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 13

Qamişlo: 15

Girkê Legê: 4

Dêrikê: 7

Rimêlan: 5

Dirbêsiyê: 8

Amûdê: 8

Tirbespiyê: yek

Minbic: 20

Tebqa: 6

Reqa:21

Kobanê: 4

Dêrazor: Yek

Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 15 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hejmara îro hezar û 120 kes bi COVID- 19 ketine, ji wan 52 kesan ji ber vîrusê jiyana xwe ji daye û 328 kes jî baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.