Duhê çekdarên Îranî êrîşî ser Şiwanên Kurd kirin.
Navenda Hengaw ya mafên mirovan belav kir ku duhê li sînorên bajarê Şino hêzên Îranî êrîşî ser sê Şiwanên Kurd kirine.
Li gor daxuyaniya han, ew her sê Şiwanên Kurd dema mişxûlî çerandina pezên xwe bûne, rastî êrîşa leşkerî ya çekdarên rejîmê hatine.
Di encama êrîşa han de Şiwanek bi navê Hesen Xendepûr canê xwe ji dest daye û du Şiwanên din jî birîndar bûne.
Hate zanîn ku cenazeyê Hesen Xendepûr heta niha radestî malbeta wî nehatiye kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin