Nêçîrvan Barzanî li gel Konsol û Nûnerên Yekîtiya Ewrûpa civiya

spasiya welatên Yekîtiya Ewrûpayê kir.
کوردستان TV
100%

Berî nîvroya îro çarşem 16/09/2020 li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi amadebûna Cîgirên Serok û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê li gel Konsulus û Nûnerên welatên Yekîtiya Ewrûpa li Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê rewşa giştiya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexda û giftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraq li gel welatên cîran, gefên li ber Herêma Kurdistan û Iraqê ya rûbirûbûna pejika virusa Korona û encamên wê, rûbirûbûna metirsiyên DIŞIê derbaskirina rewşa dijwar ya aborî û darayî û proseya çaksaziya li Herêma Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo welatên Yekîtiya Ewrûpa diyar kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletiya dijî DIŞIê de bi serkirdayetiya Amerîka piştgîriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê kirine û dikin. Her wiha yarmetiya mirovî pêşkêşî koçber û penaberên li wargehên Herêma Kurdistanê kirine, ji bo rûbirûbûna pejika virusa Korona jî, hevkariya Herêma Kurdistanê dikin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo welatên Yekîtiya Ewrûpa diyar kir kir ku di proseya çaksaziyê da hevkariyê dikin û tekez li ser berdewamiya proseyê kir û hevkarî û yarmetiya welatên Yekîtiya Ewrûpa ya li vî derbarî de bi pêwîst û girîng da zanîn.

Barzanî ji bilî diyar kirina piştgîriya Herêma Kurdistanê li Hikûmeta Serokwezîr Mistefa Kazimî, tekez li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina tevahiya kêşeyên li ser destûra bingehîna Iraqê kir bi awayek maf û hêjayiyên Herêma Kurdistanê bêne destber kirin û sîstema federalî wekî li destûrê da hatiye bê bi cîhkirin, çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û hevbeşî û beşdariya pêkhatên Iraqê jî li proseya siyasî û birêvebirina welat da, bi fakterê aramiya welat da zanîn.

Serokê herêmê tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê wekî herdem bi faktereke aramiyê li Iraq û navçeyê de dimîne û xwazyarê pêşxistina peywendiyên li gel welatên cîran ya li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiya hevbeşe, her wiha eşkere jî kir ku peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamiya Îranê û Komara Tirkiyê başin û qebareyeke mezina danustandina bazirganî û çalakiyên aborî li gel wan da heye.

Di beşeke din ya civînê de Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser metirsiyên serhildana DIŞIê û tekez li ser pêwîstiya Iraq û Herêma Kurdistanê bi berdewamiya piştgîriya navdewletî ya ji bo rûbirûbûna terorê û girîngiya hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bi taybetî li tixûbê navçeyên maddeya (140) kir.

 

Di berdewamiya civînê de Konsulus û Nûnerên welatên Yekîtiya Ewrûpa çendîn pirsyarên di derbarê mijarên civînê, giftûgoya stratejiya Amerîka – Iraq û serdan û hevdîtinên vê dawiyê ya Nêçîrvan Barzanî li Bexda û Enqere û çend pirseke di derbarê rewşa navçeyê pêşkêşî rêzdar kirin û xweşhaliya xwe bi karkirin û hevbeşiya li gel Herêma Kurdistanê derbirîn. Herwiha dûpat kirin ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên wan yên li gel Herêma Kurdistanê dinêrin.

Di bersifa wan pirsan de Nêçîrvan Barzanî tekez li ser siyaset û nêrîna Herêma Kurdistanê ya li ser bingeha parastina aramî û guftûgo û hevbeşî û pêkve karkirina ji bo derbaskirina qeyranan û yarmetîdana koçber û penaberan û bi bexteweriyê ve vegerandina wan ya cîh û warên wan kir.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.