Hikûmeta Venezuela: Me balafireke Amerîkayê xist xwar

amerîka heta niha ti daxuyanî derbarê mijarê de nedaye.
کوردستان TV
100%

 

Hikumeta Venezuelayê ragihand ku wan balafireke Amerîkî ya bi awayekî neyasayî dabeziyaye asmanê wan xistiye xwar.

 Wezîrê Navxwe yê Venezuelayê Nestor Riverol li ser Twitterê ragihand ku artêşa Venezuelayê balafireke ku jimareya Amerîkî li ser hebû û tê îdiakirin ku ji bo veguhastina madeyên hişbir dihat bikaranîn, xistiye xwarê.

Nestor Riverol gotiye, balafir bi awayekî neyasayî derbasî asmanê Venezuelayê li herêma wîlayeta Zuliya bûye û ji ber wê hatiye xistin.

Hîn derbarê xistina balafirê de ji Amerîkayê daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin

N: E, G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.