Wezareta tendirostî amarên taybet bi Koronayê belav kir.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 5 hezar û 443 cerbandinên nû yên bo diyarkirina Koronayê hatine kirin û di encam de der ketiye ku li seraserê Kurdistanê 597 welatiyên din bi Koronayê ketine.
Hijmara herî zêde ya berketiyên Koronayê li Dihukê hatiye tomarkirin ku 265 kese.
Herwiha di nava 24 seatên derbasbûyî de li Kurdistanê 27 welatiyên din canê xwe ji dest dane û hijmara herî zêde dîsa li Dihukê hatiye tomarkirin ku 12 kese.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin