Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 21 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

heta niha 46 kesan canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 21 kesên din bi vîrusa korona ketine û 11 kesên bi vîrusê ketibûn, baş bûne.

21 kesên bi vîrusa korona (Covid-19) ketine ji van herêman in:

Hesekê: 8

Girkê Legê: 5

Qamişlo: 4

Dêrik: 3

Amûdê: 1

Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 11 kesên din ên bi vîrusê ketibûn, baş bûne.

Tevî hejmara îro hatiye ragihandin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 840 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 46 kesan jiyana xwe ji dest daye û 282 kesên din jî baş bûne.

ANHA

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.