3500 ten keriste bo Tirkiyeyê hatiye vegerandin

di nava mehekê de ew kelûpel hatine vegerandin.
کوردستان TV
100%

 

Li deriyê Îbrahîm Xelîl rê bi keristeyên bi kiwalîtî nayê dayîn.

Birêveberatiya deriyê sînor ya Îbrahîm Xelîlê belav kir ku di çarçoveya hewldanên wan de yên bo kontrol kirina kiwalîtiya wan kelûpel û keristeyên ku ji Tirkiyeyê ve hawirdeyê Kurdistan û Îraqê tên kirin de, di nava mehekê de 3500 ten keriste û kelûpelên ku bêkiwalîtî bûne anjî kiwalîtiya wan ne li gor pîwanên hikûmeta Kurdistanê bûne, bo Tirkiyeyê hatine vegerandin.

Kelûpeên ku hatine vegerandin, kelûpelên xwarin, vexwarin, çandinî, bînasazî, tendirostî û kozmotîkî bûne.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.