Di bûyereke tirafîkê de 6 welatî canê xwe ji dest dan

tevahiya wan welatiyan, Erebin
کوردستان TV
100%

Duhê li ser rêya Ehmedawa bûyereke tirafîkê qewmî.

Duhê li ser rêya navbera Ehmedawa û Sêdaran li Parêzgeha Helebceyê bûyereke tirafîkê qewmî.

Li gor zaniyariyên destpêkê ku hatibûn belav kirin, di bûyerê de 4 kes canê xwe ji dest dabûn û 3 kesên din jî birîndar bibûn. Lê piştî demekê hate zanîn ku 2 ji birîndarên bûyerê jî canê xwe ji dest dane û bi wê awayî hijmara kesên ku canê xwe ji dest dane bûye 6 kes û kesek jî birîndar bûye.

Ew du birîndarên ku pişt re canê xwe ji dest dane, li nexweşxaneyê rixmî hewldanên nûjdaran canê xwe ji dest dane.

Hate zanîn tevahiya wan kesan endamên malbeteke Erebin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.