574 kesên din li Kuridstanê bi Koronayê ketine.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên taybet bi Koronayê yên 24 seatên derbasbûyî belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de bi giştî 574 kesên din bi Koronayê ketine û 12 berketiyên Koronayê jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Kurdistanê bi giştî 35 hezar û 983 kes bi Koronayê ketine, 22 hezar û 826 kes baş bûne û 1320 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin