Behreyîn jî têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal dike

beriya niha Îmarat jî têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal kiribû
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîkayê şeva din ew yek bo raya giştî eşkere kir.

Şeva derbasbûyî Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya twittekê ji raya giştî ya Cîhanê re ragihand ku piştî Îmaratên Yekgirtî yên Erebî, Behreyîn jî têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal kiriye.

Trump eşkere kiriye ku îro rojeke dîrokiye, jiber ku du dostên me yên girîng û mezin rêkeftina aştiyê Îmze kirinye û ew yek jî xizmeteke gelek baş pêşkêşî aştiya deverê dike.

Weke tê zanîn di destpêka Îlonê de Îmaratên Yekgirtî yên Erebî têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê Normal kiribûn û rêkeftineke girîng ya bazirganî jî di navbera her du aliyan de hatibû îmzekirin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.