24 welatiyên din li Kurdistanê canê xwe ji dest dan

hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin
کوردستان TV
100%

591 kesên din li seraserê Kurdistanê bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî li di nava 24 seatan de li Kurdistanê 591 welatiyên din bi Koronayê ketine û herwiha 24 welatiyên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 259 kese.

Herwiha hijmara herî zêde ya miriyan jî li Dihuk û Hewlêrê hatiye tomarkirin ku li Hewlêrê 8 û li Dihukê jî 8 kese.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.