Li Îraqê zêdetir ji 4 hezar kes bi Koronayê ketin

heta niha 7 hezar û 657 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Di nava 24 seatan de 4 hezar û 894 kesên din bi Koronayê ketin.

Duhê bi şev wezareta tendirostî ya Îraqê amarên dawî yên taybet bi Koronayê li Îraqê belav kir.

Wezareta tendirostî eşkere kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îraqê bi giştî 4 hezar û 894 kes bi Koronayê ketine.

Di nava heman 24 seatan de 68 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 465 kes jî baş bûne.

Heta niha li Îraqê bi giştî 269 hezar û 578 kes bi Koronayê ketine, 206 hezar û 324 kes baş bûne û 7 hezar û 657 kes canê xwe ji dest dane.

N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.