Belarûs: Siyasetvana opozîsiyonê li sînorê Ukrayna hat desteser kirin

li dijî encamên hilbijartinên welat xwepîşandan organîze kiribû
کوردستان TV
100%

Medya fermî ya Belarûsê ragihand ku Siyasetvana rikeberiyê Maria Kolesnikova îro sêşemê serê sibê li sînorê Ukrayna hatiye desteser kirin.

Jêderên opozîsyonê do duşemê gotibûn ku Kolesnikova ji aliyê hin kesên ku li ser rûyên wan mask hebûne, hatiye revandin.

Kolesnikova, ji sê jinên opozîsyonê bû ku wan di hilbijartinên meha Tebaxê de dijî Serokê Belarûsê Aleksander Lukashenko hêzên xwe dabûn ser hevdu.

Piştî hilbijartinê, bi îdiayên ser sextekariya di hilbijartinê de, protesto destpê kiribûn. Karbidestên ewlekariyê yên Belarûsê dîyar dikin ku roja yekşemê di protestoyên dijî hikûmetê de pirtir ji 600 kes hatine desteser kirin.

Lukashenko, welatên rojava bi maytekirina li karên navxweyî yên Belarûsê tawanbar dike.

Yekîtiya Ewrupa (YE) jî do Duşemê bi daxuyaniyekê bang li Belarûsê kiribû ku hemî sîyasetvanên girtî berde û dîyar kiribu ku ew haziriya toleyên dijî wî welatî dikin.

Ji voayê hatiye wergirtin

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.